Navenda Venêrîna Civakî a kantona Reqayê ku di sala 2025’an de xebatên xwe rawestandibû, careke din çalakiyên xwe aktîv kirin.
Di destpêka sala 2025’an de Navenda Venêrîna civakî a kantona Reqayê piştî biryara Amerîkayê ya rawestina piştgiriya xwe bo rêxistinên li herêmê, karê xwe rawestand.
Navendê di meha Gulanê de, bi hevkariya rêxistinên herêmî careke din çalakiyên xwe aktîv kir û dest bi vekirina korsên çêkirina amûrên karê destan, Tewabil û dirûtinê kir.
Navenda Venêrîna Civakî di sala 2024’an de bi armanca pêşkêşkirina xizmetê bo gelê herêmê hat vekirin.
NAVENDA VENÊRÎNA CIVAKÎ YA REQAYÊ CAREKE DIN ÇALAKIYÊN XWE AKTÎV KIR
