ŞAREDARIYA GEL A ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ DEST BI PAQIJKIRINA GORISTANA CIHÛYAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê îro li ser daxwaza civaka Mewsewî ya Cihûyan dest bi paqijkirina goristanên Cihûyan ên li başûrê Şêxmeqsûd kir.

Xebatên paqijkirina goristanê ku firehiya wê nêzî hezar mître ye dê rojekê dewam bike.

Li taxê zêdetirî 300 kêlên gorên Cihûyan hene ku nivîsên bi zimanên cihûyî û hin bi ingilîzî li ser hene.

Li gorî hejmarek ji welatiyên resen ên Şêxmeqsûdê, goristan di sala 1935’an de li cihê xwe yê niha hatiye avakirin û hejmarek gor ji goristaneke berê ya li taxa Hemîdiyê bo wir hatine veguhastin.

Share This Article