Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 8’ê adarê, Yekîtiya Jinên Ciwan pêşangeheke wêneyan li bajarê Qamişlo vekir.
Pêşangeh li parka Azadî ya bajarê Qamişlo hate vekirin.
Di pêşengehê de wêneyên têkoşerên azadiyê, şehîdên şoreşa Rojava û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê hatin pêşandan.
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan diyar kir ku, armanca lidarxistina pêşangehê bîranîna şehîdên ku ji bo xaka welat canê xwe feda kirine.
