Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo nîqaşkirina rola jinên ciwan di avakirina civakek demokratîk de, panêlek li dar xist.
Panel di bin diruşmeya “Bi hevaltiya komînal em ê bi Rêber APO re bijî” hat li dar xistin.
Bi dehan endamên Yekîtiya Jinên Ciwan, Rêxistinên Civaka sivîl, Sazî û partiyên siyasî li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê beşdarî panelê bûn.
Di panelê de piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên mîna rola jinên ciwan di avakirina civakek demokratîk de hatin nîqaş kirin.
Beşdaran diyar kirin ku pêşveçûna jinên ciwan li ser bingeha hevkarî, xebatê komînal û azadîya zanînê ye.
Panel bi vekirina deriyê nîqaş û pirsan bi dawî bû.
