YEKEMÎN AKADEMIYA BÎRDOZÎ YA KONGRA STAR LI HESEKÊ HATE VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekemîn akademiya bîrdozî ya kongra Star bi navê akademiya Şehîd Perwîn li kantona Hesekê bi şahiyekê hate vekirin.

Di şahiya vekirinê de bi dehan endamên kongreyê, endamên rêxsitinên jinan, nûnerên partiyên siyasî û welatiyên herêmê beşdar bûn.

Li gorî kongra star armanca vekirina vê akademiyê xurtkirin û perwerdekirina jinan di tevahî aliyan de ye.

Her li gorî programa akademiyê, dê beşdar li ser paradîgmaya neteweya demokratîk werin perwerdekirin.

Beşdarên şahiyê û rêveberên kongra Star jî tekez kirin ku ew ê vê akademiyê bikin akademiya bîrdoziya azad..

Share This Article