DESTEYA KARÛBARÊN CIVAKÎ YA ŞEHBAYÊ DEST BI BELAVKIRINA MAZOTÊ KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Desteya Karûbarên Civakî ya Efrînê dest bi belavkirina 100 lître mazot li her malbatekê li kantona Şehbayê kir.

Endamên Deste û Encumenên Kantonê dibêjin ku ew ê ji bo derbaskirina zivistanê li gor derfetên heyî mazotê li tevahî gel belav bikin.

Ji ber Dorpêça Hikumeta Şamê a li dijî Kantona Şehbayê, Xelkên wê û Koçberên Efrînî di nava Şert û mercên jiyanê yên zehmet de dijîn.

Rêveberiya Xweser jî tevî derfetên Kêm hewl dide tevahî pêdiviyên gel ên wekî mazot û her weki din dabîn bike.

Desteya Karûbarên Civakî a Efrînê dest bi belavkirina 100 lître mazot li her malbatekê kir.

Endamê encumena Navçeya Ehdasê Fozî Mustefa Got ku nêzî 5 hezar malbat li Şehbayê dijîn, ew jî hewl didin ku mazot bighêje tevahî malbatan.

Li aliyekî din Endama Koordînasyona Desteya Karûbarên Civakî Zozan Neasan diyar dike ku ew ê ji bo derbaskirina zivistanê li gor derfetên heyî mazotê li tevahî gel belav bikin.

Herî dawî ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî binesaziya Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelek zirar gihîştin zeviyên Petrolê jî. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser gotibû ku ew ê zehmetiyan di peydakirina mazotê de bibîne.
Li Şehbayê jî ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê her sal zehmetiyên peydakirina Mazotê hene.

Share This Article