Yekitiya Esnafan ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya damezirîner li bajarê Hesekê li dar xist.
Konferans di bin dirûşmeya “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin” pêk hat.
Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan û hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdar bûn.
Di konferansê de hevseroka Yekitiya Esnafan Henîfe Mihemed bixêrhatina mêvanan kir û got ev konferans di encama xebata 6 salan a karê rêxistinî de pêk hat.
Piştre Îlham Ehmed got, Sûriya niha di qonaxeke hestyar re derbas dibe û ji me tevan tê xwestin ku em bi berpirsyarî tevbigerin.
Piştre hevserokên nû yên yekîtiyê hatin hilbijartin.
