Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Firatê civîna xwe ya salane li Hola Şehîd Hecî ya Meclisa Cibcîkar li kobanê li dar xist.
Di civînê de Rêveber, endamên nivîsgeh, Desteya Ciwan û Werzîşê û kongra star beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, rapora salane ya Desteyê hate xwendin, û geşedanên siyasî ya herêmê hate şîrovekirin.
Civîn bi eşkerekirina plan û pêşniyaran ji bo sala nû û tekeziya li aktîvkirina ofîs û meclîsan li bajarok û gundên herêma Firatê de bi dawî bû.
