KOMBENDA EFRÎN 30 XWENDEKARÊN EFRÎNÎ YÊN DERÇÛYÎ XELAT KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Kombenda Efrîn a Civakî îro bi şahiyekê 30 xwendekarên Efrînî yên ku ji Zanîngeha Rojava derçûn li bajarê Qamişlo xelat kir.
Şahî li hola Nubela a li bajêr bi beşdariya şandeyek ji Hemahengiya Zanîngehan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tevgera Civaka Demokratîk TEv-DEM û hejmarek ji Efrîniyên li Qamişlo li dar ket.

Di şahiyê de 30 xwendekarên beşa Wêjeya Kurdî, Paymengeha Bilind a Raghandinê, Mîkatronîk û Werger hatin xelatkirin.

Di merasîma şahiyê de li ser navê Kombenda Efrîn a Civakî Ibrahîm Heftaro axivî , xwendkarên derçû pîroz kir û diyar kir ku, bi zanînê ew ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Piştî axaftinan Xwendekar û Komîteya Amadekar a şahiyê hatin xelatkirin.

şahî bi pêşandana şanoyekê, gotina stranan bi dawî bû.

Share This Article