XELKÊN AMÛDÊ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK BI MEŞEKÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Amûdê bi meşekê hatin şermezarkirin.
bi sedan şêniyên Amûdê, endamên saziyên sivîl, şêniyên bajar û gundewarên wê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Beşdarên meşê bênavber dirûşmeyên Bijî Berxwedana QSD’ê û Berxwedan Jiyan e berz kirin.
Di meşê de axaftin hatin kirin û hate gotin, armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û qirkirina gelan e.
Meş bi berzkirina Na ji dagirkeriya Tirk re û Bi rihê şerê gelê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin bi dawî bû.

Share This Article