XWENDEKARÊN HELEBÊ: KOMKUJIYA KOBANÊ KÎNA TIRKIYÊ YA JI ZAROKAN ÎFADE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Xwendekarên dibistanên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, komkujiya gundê Berxbotanê şermezar kirin û banga parastina mafên zarokan kirin.
Xwendekaran gotin, Tirkiyê bi qetilkirina zarokan xetên sor derbas kiriye.

Şeva 17′ Adarê , dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov , maleke sivîlan a di navbera gundê Qomçî û Berxbotanê yên Kobanê de bombebaran kir.

Di encama bombebaranê de komkujiyek ku tê de ji heman malbatê jê 7 zarok, 10 kes şehîd bûn, pêk hat.

Xwendekarên dibistanên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, komkujiya gundê Berxbotanê şermezar kirin û banga parastina mafên zarokan kirin.

Her weha Xwendekaran behsa giringiya pêkanîna mafên zarokan yê di jiyan û lîstinê de kirin û got,Tirkiyê bi qetilkirina zarokan re xetên sor derbas kiriye.

hemwextî salvegera Komkujiya Helebçeyê, dewleta Tirk a dagirker Komkujiya li Kobanê pêk anî.

Li gorî şîrovekaran, ev yek nîşan dide ku Tirkiyê û rejîmên qirker yên weke wê, di qetilkirina gelê Kurd de hevkar in.

Share This Article