Yekitiya Xwendekarên Welatparêz a Sûriyê ya li bajarê Helebê, bi çalakiyekê fermandar Nûreddîn Sofî bi bîr anî.
Bi dehan xwendekarên Zanîngeha Helebê, Endamên Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan beşdarî çalakiyê bîranînê ya li taxa Eşrefiyê bûn.
Di çalakiyê de Endama Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Rojiyan Hisên axivî.
Rojiyan Hisên behsa têkoşîn, fedakarî û bandora ku fermandar Nûreddîn Sofî li şoreşa 19’ê tîrmehê, kir.
Paşê sinevizyonek derbarê fedakariyên şehîd Nûreddîn Sofî, xîtab û perspektîfên wî yên ji bo birêxistina şoreşê hat pêşandan, her wiha gul li beşdaran hat belavkirin.
