KPC-DEMOKRATÎK PÊDIVIYÊN DIBISTANAN LI 2500 XWENDEKARÊN ŞÊXMEQSÛD BELAV KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi boneya destpêka sala xwendinê 2025/2026, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a bajarê Helebê, pêdiviyên dibistanan li 2 hezar û 500 xwendekarên dibistanên taxa Şêxmeqsûd belav kir.

Îro sibê, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk berê xwe da dibistanên Cûdî Amanos, Şehîd Qehreman Efrîn û Şehîd Avaşîn û pêdiviyên dibistanan li xwendekaran belav kir.

Di nav pakêtên belavkirî de lênûsk, pênûs û çenteyên dibistanê hebûn.

Komîteya Perwerdehiyê piştrast kir ku, armanca vê gavê sivikkirina barê kirîna alavên perwerdehiyê li ser malbatên xwendekaran e.

Share This Article