Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê ji bo azadîya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û daxwaza Mafê Hêviyê ji bo rêber APO kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Dewleta Tirk di doza Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan de, hemû qanûnên navneteweyî û mirovî binpê dike û rêbazeke nemirovan e dişopîne.
Parêzeran di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku doza Rêber Apo êdî ne tenê ya gelê Kurd e, lê ya hemû gelên ku li vê erdnîgariyê dijîn eleqedar dike.
Di dawiya daxuayniyê de, Yekitiya Parêzeran a Kantona Firatê û Însiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bang li Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin ku Tirkiyeyê neçar bikin ku mafê hêviyê di qanûnên xwe de, bi cih bike û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.
