BILINDBÛNA NIRXÊ NANÊ SIYAHÎ BARÊ WELATIYAN GIRAN KIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Piştî civşna Komîteya firinan û Yekîtiya firineyên siyahî li parêzgeha Hesekê 1500 lîreyê Sûrî li ser kîsê nanê siyahî hate zêde kirin.

buhabûna nanê siyahî di nava şert û mercên zehmet de barê welatiyan giran kiriye û gazinên wan pir kirine.

Nûnerê firneya nanê siyahî bilindbûna nirxê nan spart bilindkirina nirxê mazotê.

Duh civînek di navbera Komîteya firinan li Herêma Cizîrê bi Yekîtiya firineyên siyahî li parêzgeha Hesekê hate li dar xistin û di encamê de 1500 lîreyê Sûrî li ser kîsê nanê siyahî hate zêde kirin.

berê kîzê nan bi 4000 lîreyan dihat firotin lê piştî vê biryarê nirxê wê gihşt 5500 lîreyê sûrî ku sedema wê jî vedgera bilindbûna du qatan ji buhabûna nirxê mazotê.

Ev biryar di nav şert û mercên ku tê de nirxê kel û pelên pêdiviyên jiyanê zêde bûne, bi taybetî bihayê mazotê û kêmbûna nirxê lîreya Sûriyê de hatiye girtin.

Welatiyên bajarê Qamişlo ji ber buhabûna nan nerazîbûnên xwe ji ROJAVA TV re anînj ziman.

Nûnerê firneya nanê siyahî Fewaz Ehmed diyar kir ku sedemên buhabûna nan vedger bilindkirina nirxê mazotê.

Share This Article