Li erdnîgariya ku serkêşiya mirovahiyê kir û bû landika pêşîn a vehewandina mirovan, bi destê artêşa barbar di nava gola xwînê de digevizî.
Deşta Munzurê ya bi bereket jî para xwe ji wê êşê girt û ew jan di hinavên xwe de jiyan kir.
Lê demek hat û li Kurdistanê careke din tava azadiyê hilat û bi navê PKK’ê fedekarên mezin ji welatê rojê serî hildan.
Li Dêrsimê jî bêhna azadiya difûre û ciwanên qeşeng, zîr û fedekar bi refên xwe dixîne û wan bi bask dike.
Li bajarê ku Seyîd Riza lê dest bi şoreşê kir, fermandareke zîrek ya bi navê Bêrîtan serî hil dide, bi bîrdoziya Rêber APO xwe zana dike û ji bo azadiya gelê xwe, di xeteke bê eman de dest bi rêwîtiyeke bê mînak dike.
Bêrîtan an jî Gulnaz Karataş, tovê jiyana berxwedêr û legera bêhna azadiyê
Bêrîtan sala 1971 li navçeya Solxana a Çewligê çavên xwe li dunyayê vedike. Perwerdeya xwe ya sereke li Elezîzê dibîne û li hember xeta şoreşger û demokrat bi pêş dikeve.
Sala 1989 dema ku li Stenbolê dest bi zanîngehê dike lêgerînên wê didomin.
di pola yekem a zanîngehê de xwendekarên kurd nas dike û di nava xebatên ciwana de cih digire.
Bêrîtan da ku ji nêz ve kurdîtiya xwe nas bike û xwedî lê derkeve berê xwe dide çiyan û yekem car bêhna xwe bêhin dike.
Gulnaz Karataş angî Bêrîtan cara yekem wateya herî bedew û kur a jiyanê li çiya dibîne û pê re tevlî şoreşê dibe û xwe ava dike.
Ji ber jîrbûna xwe hem dibe heval, hem dibe şoreşger, hem jî dibe mamoste û hevalên xwe yên jin perwer de dike
Berovajî reşbînî, bêhêvîtî, paşde gavavêtin.. Coş, moral, baweriya bi serkeftinê ya Bêrîtan her li pêş bûn.
3’yê Cotmeha 1992’yan li hember gerîlayên Kurdistanê koalîsyona herî barbar û hevkarên wan hêzên herêmî dest bi şer kiribûn.
Şer ne bi tenê li herêma Xankûrkê bû, Li Zagros, Metînan û Heftanîn jî êrîşî hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê dihate kirin.
Şehîd Bêrîtan û tîma xwe jî di vî şerî de cih girtibûn.
25’ê Cotmeha 1992 demsala payizê bû. Şer êdî hatibû radeya man û nemanê.
Kozika ku Şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) têde bû ji aliyê hêzên noker ve hatibû dorpêçkirin.
Bêrîtan li pêşiya eniyê şer dikir ku tîma xwe ji vê dorpêçê rizgar bike.
Bêrîtan tevî birîndariya xwe şer dewam kir heta ku gihêşt ser kendalekê.
Ji bo ku Rêheval Bêrîtan teslîm bibe hevkarê dijmin bang lê dikirin
Lê Bêrîtanê li şûna teslîmî xeta xiyanetê bibe, mirinek bi rûmet hildibijêre û xwe ji zinarek bilind ber bi jêr de davêje û şehîd dibe.
Çalakiya Gulnaz Çarataş ango Bêrîtan li hemberî radestbûn û îxanetê, dijmin mat dihêle.
Artêşbûyîna jinên Kurd a di şopa Bêrîtanê de, bi salane mezin bû, îro li çar parçeyên Kurdistanê destanan dinivîsîne.
Ev artêşa Bêrîtan bû çavkaniya hêvî û rizgariya gel û jinan.
Bêrîtan bi helbesta xwe ya ku tê de dibêje;
Ya ku şer dike azad dibe
Azad dibe, bedew dibe
Bedew dibe tê hezkirin.
Tovê felsefeya jiyana azad, xweşkahî, xwebûnî, şerkirin û azadbûn di ruhê her jinekê de diçîne.
Îro Xeta Bêrîtan bû xeta azadiya jinê, xeta bilindkirina şerê azadiya jinê. Xeta Bêrîtan li hemberî îxanet û hevkariyê bû xeta berxwedanê û ew xet di dilê her jinekê de lê dide û şax vedide.
Rêber Abdullah Ocalan çalakiya fermandara jin Bêrîtan Hêvî weke çalakiya li dijî paşverûtiya Kurd bi nav dike û wiha pênase dike:
PEYAMA RÊBER APO JI BO ÇALAKIYA ŞEHÎD BÊRÎTAN
“Pêşmerge bang lê dikin, lê ew teslîmiyê ji xwe re qebûl nake, ji ber vê xwe ji zinarê de diavêje. Bêrîtan li dijî paşverûtiya Kurd û neteweperestiya kevneperest bi qehremanî li berxweda. Ev ne xwekujiye, çalakiye. Parastina rûmeta azadiyê wê deynê ser milê me ye. Ev ji bo min diyarîker e û prensîbe. Ya Bêrîtan kiriye rûmet û berxwedana mezin a jinê ye. Xeta Bêrîtan li gel me şêwazeke û ji bo me wesiyete.”
Rêberê Abdullah Ocalan diyar dike, wê jinên Kurd xeta Bêrîtan ya azadiyê bişopînin û vê peyamê dide:
“Ez ferdekê vê xetême. Wê jin xeta Bêrîtan bişopînin. Heya aşitiya bi rûmet neyê dê vê xetê bidomînin. Ji bo min ya girîng şerê di xeta Bêrîtan de ye. Ew peyam û bangawaziya ji bo me, ma dibe ku em Bêrîtanê ji bîr bikin”.
