Rêveberên kantona Reqayê û şêniyên kantona Minbicê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji Rojava TV re helwesta xwe diyar kirin.
Rêveber û Welatiyan gotin: Dewleta Tirk şerê qirkirinê li dijî herêmê dimeşîne.
dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane binesazî û çavkaniyên jiyanê yên li herêma bakur û rojhilatê sûriyê bi esmanî û bejahî bombebaran dike:
Dagirkerî di êrîşên xwe de rasterast sivîlan hedef digire, heta niha di êrîşan de nêzî 15 sivîl şehîd bûne û bi dehan birîndar bûne.
Rêveberên kantona Reqayê ji Rojava Tv re diyar kirin ku, êrîşên dawî yên dewleta Tirk di çarçoveya derxistin qeyranên navxweyî yên li Tirkiyê ye.
Li aliyekî din şêniyên kantona Minbicê êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin û bêdengiya hêzên garantor weke hevkariya bi Tirkiyê re bi nav kirin.Balafirên dewleta Tirk a dagirker xeta sînor, di nav de Minbic, Kobanê, Şehba û hemû herêmên kantona Cizîrê hedef digire.
Di encama êrîşan de piraniya navendên xizmetguzariyê û navendên enerjiyê ji xizmetê derketine.
