XELKÊN ŞÊXMEQSÛD BANGA RAKIRINA DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên taxa şêxmeqsûd a helebê jî dibêjin ji ber dorpêça hikûmeta şamê jiyan li taxê rawestiyaye û daxwaza rakirina dorpêçê kirin.

Tevî derbasbûna 11 salan di ser aloziya sûriyê re lê heta niha hişîmendiya hikûmeta şamê nehatiyê guhertin û bi riya sepandina dorpêçê li ser taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê yên helebê û kantona şehba dixwaze siyasetên xwe pêk binê zextî li rêveberiya xweser bike.
Xelkên taxa şêxmeqsûd a helebê jî dibêjin tevî rewşa aborî hikûmeta şamê jî dorpêç li ser wan ferz kiriye û daxwaz dikin ku mijarên siyasî ji jiyana xelkên herêmê were qut kirin.

Xelkên şêxmeqsûd diyar dikin ku porpêça hikûmeta şamê bûye sedema rawestandina jiyanê û ger dorpêç dewam bike dê karesetên mirovî rû bidin.

Tevî nebûna hêmanên jiyanê li herêmên dorpêçkirî lê gel ji planên ku li dijî herêmê tên meşandin hişyar in û her dem biryara wan berxwedan e û jiyana li ser xaka xwe ya bi rûmet e .

Share This Article