Bi boneya cejna Qurbanê, kolan û bazarên harêma bakur û rojhilatê Sûriyê rastî qerebalixiyeke zêde ya welatiyan tê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî ji bo parastina herêm û xelkê tedbîrên ewlehiyê digirin.
Welatiyên kantona Reqayê ji bo cejna Qurbanê di nava tevgerê de ne û pêdeviyên cejinê dikrin .
Her wiha welatiyan diyar kirin ku tevî nirxê dolar a ne sabît, lê dîsa xelk dev ji rêûresmên xwe bernadin û bi coş ber bi cejnê ve diçin.
heta niha buhayê nirxê dolar li hember lîreya Sûrî ne sabite.
Ji lewra,nirxê kel û pelan li tevahî Sûriyê, di nav de li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê carnan kêm dibe carnan jî zêde dibe.
