XELKÊN QAMIŞLO CENAZYÊN Ş.DILBIRÎN AMED Û DEMHAT QAMIŞLO OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Bi merasîmeke bi heybet xelkên bajarê Qamişlo cenazeyên şervanê di YPG’ê de Hemdellah Toprak bi nasnav Dilbirîn Amed û şervanê di hêzên QSD de Tamir Ehmed Îbrahîm bi nasnav Demhat Qamişlo oxir kirin.

Di merasîm de xelkên bajarê Qamişlo û Gundewarên wê û nûnerê Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Beşdarên merasîmê wêneyên şehîdan û pankartên dilsoziya bi şehîdan re hildan û tekez kirin ku ew ê li ser rêka Şehîdn xwe bimeşin û xaka xwe ji dijmin biparêzin.

Share This Article