KOMÎTEYA AMADEKAR A PÊŞENGEHA ŞEHÎD HERKOL BERNAME Û ÇALAKIYÊN PÊŞANGEHÊ EŞKERE KIR

Rojava Tv
1 Min Read

 

Komîteya Amadekar a Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Herkol ji bo eşkerekirina bernameya pêşangehê kongiereke çapemeniyê li bajarê Qamişlo lidar xist.

Di Kongireyê de hat ragihandin ku dê Pêşengeha Herkol ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Çandê ya Kantona Cezîrê û kampaniya şemal, bi dirûşmeya “Pirtûk kilîta şaristaniyê ye” li parka azadî were lidarxistin.

Komîtê eşkere kir ku di Pêşengehê de, 51 weşanxane ji çar aliyên Kurdistanê – Iraq, Tirkiye, Misir, Lubnan û Siwêd dê beşdar bibin.

Pêşangeha Şehîd Herekol dê di 20’ê mehê de dest pê bike û heft rojan li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo berdewam bike û dê ji seat 10’ê sibehê ve heta 9’ê êvarê mêvanan pêşwazî bike.

Share This Article