8’EMÎN KOMCIVÎNA RÊXISTINA PÊL DI ROJA DUYEM DE BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
1 Min Read

8’emîn komcivîna ciwanan a Rêxistina Pêl ku li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin, di roja xwe ya duyem de bi dawî bû.
Nêzî 150 ciwan ji Endamên Saziyên Sivîl, Xwendekarher wiha ciwanên ji pêkhateyên cuda yên li herêmê beşdarî komcivînê bûn.
Li gorî rêxistinê armanca komcivînê ew bû ku bi rêya mûzîkê piştgiriya psîkolojîk a ciwanan were kirin, ciwan werin pêşxistin û hebûna jin di civakê de were xurtkirin.
Di roja dawî ya komcivînê de koma Yek Par orkêstra, muzîk pêşkêş kir. Her wiha ji aliyê 9 beşdaran ve jî pêşangeheke hunerên destan hat vekirin.

Share This Article