xelkên Qamişlo bi merasîmeke girseyî cenazeyê Endamê Rêveberiya Qamişlo ya Hêzên Ewlekariyê Dijwar Qamişlo,oxirkirin .
Bi sedan xelkên Qamişlo, endamên Hêzên Ewlekariyê, saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan tev li merasîmê bûn .
li goristanê axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Hundirîn a kantona Cizîrê û Kongreya Îslama Demokratîk ve hatin kirin .
axêveran fedakariya şehîd Dijwar silav kirin û soza bilindkirina asta têkoşînê dan .
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê hat xwendin û radestî malbatê hate kirin .
cenazeyê Şehîd bi tilîliyên dayikan û siloganên “Şehîd Namirin” hat veşartin.
XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ CENAZEYÊ ŞEHÎD DIJWAR QAMIŞLO OXIR KIRIN
