XELKÊN QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊN ŞEHÎD ÇIYA Û REYAN OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo îro bi merasîmekê 2 cenazeyên şervanên QSD’ê Şehîd Çiya û Reyan oxir kirin.

Cenazeyên şervanên QSD)Çiya Qamişlo ku 29`ê Çileyê li Dêr Hafirê şehîd bibû, û şervanê QSD Reyan, ku 16`ê Çileyê Ii Kobanê şehîd bibû, li goristana Şehîd Delîl Saroxan hatin oxirkirin.

Girseya gel cenaziyên her 2 Şehîdan ji morga li taxa Enteriyê wergirtin û li ser milan heta goristana şehîdan meşiyan.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtinê axaftin li ser navê meclisa malbatên şehîdan, Meclisa Leşkerî, kongra îslama demokratîk hatin kirin.

Axêveran gotin Keç û xortên rojava bi berxwedana xwe ya li eniyên pêş destanên lehengiyê dinivîsin û dagirkeran têk dibin.

Di dawiyê de axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwastin û soza şopandina xeta şehîdan heta nû kirin.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel bi berzkirina dirûşmeyên şehîd namirin cenazeyên herdu şehîdan spartin axê.

Share This Article