XELKÊN MINBICÊ LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN PEYAMA BERXWEDANÊ DIDIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xelkên bajarê Minbicê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşeke girseyî li dar xistin û diyar kirin ku li hemberî planên dijmin ew ê li ber xwe bidin.

Meş bi pêşengtiya Ciwanan ji çerxereya El-Herem a li bajêr dest pê kir.

Pêkhateyên Minbicê, Saziyên Sivîl, Partiyên Siyasî, Rûspiyên bajêr, nûnerên saziyên civaka sivîl, saziyên jinan û ciwanên li bajêr beşdarî meşê bûn.

Meş li ber avahiya Ofîsa Partiya Sûriya Pêşerojê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de li ser navê Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku, bi hevgirtina pêkhateyên li herêmê dê plan û êrîşên dagirkeran vala derxînin.

Mîtîng bi siloganên “Berxwedan Jiyan e” bi dawî bû.

Share This Article