Ji bo du hevjînên Kurd ji aliyê kesên nenas ve li Şamê hatibûn qetilkirin, konê sersaxiyê li Qamişlo hate vedan.
Etiya Ehmed Osman a 54 salî û hevjînê wê Hisên Hesen Osman ê 67 salî; duh li mala xwe ya li Xirbit Şiyab a li Şamê, hin kesên nenas gule li wan barandin.
Li gor kesên hawirdorê, tewanbaran 20 gule li herdu hevjînan barandin û yekesr ji herêmê reviyan.
Malbeta mexdûr Hisên, guman kir ku ev bûyer, bûyereke tolhildan û nijadperestiyê be.
Malbetê daxwaz kir ku tawan were lêkolînkirin û di zûtirîn dem de sûcdar werin dadgehkirin.
