XELKÊN KOBANÊ SERSAXÎ DAN MALBATÊN 12 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ

Rojava Tv
1 Min Read

Meclîsa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê sersaxî ji bo malbatên 12 şehîdên ku li Minbicê û kobanê Şehîd bibûn xwastin.

Konê sersaxiyê ya 12 şehîdan li qada şehîd Egîd hat vedan û bi sedan xelkên kobanê, sazî û dezgehên Rêvebriya Xweser û endamên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

Di bin konê sersaxiyê de li ser navê rêveberiya xweser, û malbatê Şehîdan axaftin hat kirin û soza şopandiya xeta şehîdan û parastina destkeftiyên wan hat dayîn.

Di dawiya axaftinan de sersaxî ji malbatên her 12 şehîdan re hat xwestin.

Paşê Wesîqeya 12 Şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Share This Article