Xelkên bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd mihemed hiso yê ku di êrîşa li dijî Bendava Tişrînê de şehîd bibû, li goristana şehîd Dicle oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan xelkên kantona firatê, sazî û dezgehên rêbeberiya xweser hate lidarxistin.
Di merasîmê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin û hate gotin, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan êrişên hovane ne û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan hate dayîn.
Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Cenazeyê şehîd bi tilîlî û bi dirûşmên Şehîd namirin spartin axê.
XELKÊN KOBANÊ BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ MIHEMED HISO OXIR KIRIN
