Şêniyên kantona Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyên şehîd Arjîn Kobanê û Elî Nebo bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê oxir kirin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan xelkên bajarê kobanê, endamên partiya yekîtiya demokratîk, kongra star, tevgera civaka demokratîk û meclisa malbatên şehîdan hate lidarxistin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. pişter axavtin li ser navê YPJˈê û Meclisa Malbatên Şehîdan hate kirin û axêveran soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna serkeftinê nû kirin.
Piştre wesîqeyên şehîd Arjîn û şehîd Elî hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyên her du şehîdan bi dirûşmên şehîd namirin û na ji dagirkeriya Tirk re hatin oxirkirin.
