Xelkên ji Herêma Efrînê cenazeyê şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Şêrhat Efrîn ê ku di rêya azadî û rûmetê de şehîd bû li Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê oxir kirin.
Xelkên kantonê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û piştre berê xwe dan Goristana Şehîdan a Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehresê.
Li wir Li ser navê Encumena Malbatên Şehîdan “EbdulHenan Mamo” û li ser navê Kongra Star Zozan Hac Xelîl û pismamê şehîd axaftin kirin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Piştre, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Mamosta Ruha Elo hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat oxirkirin.
