Xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, piştgirî dan pêngava “Ez dixwazim bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikim” û banga tevlîbûnê li gel kirin.
Xelkên herdu taxan diyar kirin ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocelan dikare rê li ber şerên li Rojhilata Navîn bigre.
Piştî 26 salan ji tecrîda giran li Girava Îmraliyê, Rêber Abdullah Ocalan bi dîmeneke tomarkirî, peyameke dîrokî pêşkêşî gel kir.
Ji bo piştrastkirina girêdana bi ramanên rêber apo, hejmarek ji çalakvanan dest bi pêngaveke bi navê “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim”kirin.
xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriya xwe ji pêngavê re diyar kirin, û xwestin ku di demeke nêz de rêbertî di nav xwe de bibînin.
Her wiha welatiyan gotin ku banga rêber Abdullah Ocelan a Aştî û Civaka Demokratîk dikare rê li ber li şerên li Rojhilata Navîn bigre.
Pêngava “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” bi gelê kurd tenê sînordar nema, lê belê li gelek welatên cîhanê, çalakvan beşdarî pêngavê bûn û daxwaza hevdîtina li gel rêberê netewî Rêber APO kirin.
