Komîteya Karûbarên Civakî ya Encumena Sivîl a Reqayê ji bo nîqaşkirina rewşa kesên ku ji Kampa Holê vegeriyan, konferansek li dar xist.
Konferans bi dirûşma” Ber bi civakeke hevgirtî ve” û bi beşdariya Nûnerên Saziyên Sivîl, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Navnetewî û Herêmê, li dar ket.
Di konferansê de, tekezî li ser giringiya pêkvejiyana kesên ku ji kampa Holê vegeriyane û rêyên pêşkêşkirina bernameyên lênêrîna civakê ji wan re hat kirin.
Her wiha di konferansê de giringiya dabînkirina piştevaniya derûnî, tenduristî û çandî ji bo kesên ku ji kampa Holê vegeriyane, hat kirin.
