Gelê bakur û rojhilatê sûriyê ji bo parastina nirxên xwe li bendava tişrînê nobetê digirin.
Xelkên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê ya bajarê helebê piştgiriya nobedarên li bendava tişrînê kirin û gotin dewleta tirk ji vîna gelê kurd a ji pola ditirse.
Piştî rûxandina rêjîma bass a beşar al esed ,HTŞ ê ket sûriyê û desteser kir.
Pê re, dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser rojava bi taybet bendava tişrîn û gundewarên kobanê zêdetir kir.
Gelê bakur û rojhilatê sûriyê ji bo parastina nirxên xwe li bendava tişrînê nobetê digirin.
Xelkên taxên şêxmeqsûd û eşrefiyê ya bajarê helebê piştgiriya nobedarên li bendava tişrînê kirin û gotin dewleta tirk ji vîna gelê kurd a ji pola ditirse.
Her wiha Xelkên helebê tekez kirin ku berxwedana li bendava tişrînê wê dagirkeriya tirk û hevalbendên wê têk bibe .
Nobetdarên ku parastina bendava Tişrînê dikin û piştgiriyê didin şervanên xwe yên eniyên şer, rastî êrîşên balafirên dewleta tirk a dagirker tên.
Dewleta tirk raserast cihê kombûyîna gel bombebaran dike û sivîlan hedef digire.
