Bi boneya 9’mîn rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ ê xelkê Kobanê şehîdên berxwedaniya Kobanê bi bîranîn.
Merasîma bîranînê li goristana şehîd Dijla bi beşdarbûna bi sedan xelkê Kobanê û malbatên şehîdan hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoran hat destpêkirin paşê li ser navê encûmena malbatên şehîdan Ayşa Efendî axivî û roja rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê li şehîdan û rêber Apo pîroz kir.
Her wiha Ayîşa Efendî got bi saya YPG û YPJ û bi saya seferberiya rêber Apo Kobanê rizgarbû û li hemû cîhanê deng veda .
Her wiha Ayşa Efendî tekez kir ku wê bi rihê berxwedaniya Kobanê pilan û êrişên dewleta Tirk a dagirker têk biçin .
Merasîma bîranînê bi pêxistina mûman li ser gorên cangoran bi dawî bû
