PARÊZGARÊ HESEKÊ SERDANA NAVENDÊN QEYDKIRINA DAXWAZNAMEYÊN HEMWELATÎBÛNÊ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, serdana navendên qeydkirina daxwnameyên wergirtina hemwelatîbûnê kirin û rêveçûna kar şopand.

Parêzgarê Hesekê, Nûredîn Ehmed, serdana navendên qeydkirina daxwznameyên wergirtina hemwelatîbûnê li bajarê Hesekê kir û pêşketina pêvajoya dayîna belgeyên fermî ji welatiyan re, şopand.

Li bajarê Hesekê qeydkirina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê ji bo şêniyên Cizîrê yên di dema rejîma berê de ji hemwelatîbûnê hatibûn bêparkirin dewam dike.

Wergirtina daxwaznameyên wergirtina hemwelatîbûnê wê heya 6 meha Gulanê berdewam bike.

Share This Article