XELKÊN ÇELEBIYÊ BI ŞAHIYEKÊ NEWROZ PÎROZ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi boneya cejna newrozê xelkên navçeya çelebiyê ya kantona firatê şahiyek li dar xistin.
Şahî bi durişma bi rihê berxwedana newrozê emê rêber apo azad bikin û serkeftinê bidest bixin û bi beşdariya bi sedan xelkên herêma firatê hate lidarxistin.
Di şahiyê de axavtin hatin kirin û têde tekezî bi pêkanîna serkeftinê bi berxwedana gel hate kirin.
Her wiha hate gotin ku ew ê newroza îsal bikin newroza azadiya rêber Apo.
Paşê agirê newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vêxistin, stran hatin gotin û govend hate gerandin.

Share This Article