LI REQAYÊ KOMXEBATEK LI SER TÊKOŞÎNA LI DIJÎ MADEYÊN HIŞBERÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Rewşenbîrên Reqayê û Encumena Zagonsaz, îro komxebatek li ser têkoşîna li dijî madeyên hişberê li bajarê Reqayê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya Rewşenbîrên Reqayê, Encumena Zagonsaz, nûnerên partiyên siyasî û Encumena Jinên Sûriyê li hola Encumena Zagonsaz a Reqayê hate lidarxistin.

Di komxebatê de metirsiyên bikaranîna madeyên hişberê û çawaniya rêgiriya li pêşiya wan hate nîqaşkirin.

Her wiha hate gotin ku divê endamên civaka sivîl ji bo rakirina metirsiya madeyên hişberê, xebatên xwe berfireh bibin.

Saziyên Encumena sivîl bi armanca jinavbirina madeyên hişberê û hişyarkirina civakê, bi awayekî berdewam komxebat û civînan saz dikin.

Share This Article