Desteya Pêjiyaniyê li bajarê Kobanê dest bi gera li dukanan kiriye..
Doh roja çarşemê desteya Pêjiyaniyê dest bi gera xwe li nava bajarê Kobanê kir..
Ev deste ji rêveberiya xwecihî û jîngehê, desteya tenduristî, rêveberiya pêjiyaniyê, şaredariya Kobanê û rêveberiya avê li Kobanê pêk tê..
Gera desteyê di nava dukanan de bû ji bo kontrolkirina madeyên ku dema wan qediyaye her weha jib o naskirina buhayên wan bû..
Endama desteya Pêjiyaniyê Hêza Ezîz Kinco got: “ me dest bi gera xwe kir ji ber nexweşî li cem ne pir dibin”.
