ŞEHÎD ARAM, DIYAR, WELAT Û BERZAN LI QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê qamişlo ji bo bîranîna şehîd aram, diyar, welat û berzan di 2’emîn salvegera şehadeta wan de, merasîmek hate lidarxistin.
Merasîma bîranînê li goristana şehîd delîl saroxan bi beşdariya, malbatên her 4 şehîdan, meclisa malbatên şehîdan, nûnerên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û hêzên leşkerî hate lidarxistin.
Di merasîmê de axavtin li ser navê meclisa malbatên şehîdan û hêzên leşkerî hatin kirin û têde bal li ser fedekariyên şehîdan hatin kişandin.
Piştî axavtinan gul li ser gorên şehîdan hatin danîn.
Her çar şehîd aram, diyar, welat û berzan 3’ê tebaxa sala 2023’an li ser riya elî fero ji aliyê droneke dagirkeriya tirk ve hatin hedef girtin.

Share This Article