Xelkê kantona Reqayê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSDˊê şehîd Hisên Mihemed El Şêx oxir kirin.
Xelkê kantona Reqa, endamên saziyên sivîl û leşkerî û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de axaftin li ser navên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Meclisa Bajarê Keramê û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin kirin.
Axêveran sersaxî dan malbata şehîd û soza şopandina rêça şehîdan a parastina xakê û rûmetê heta serkeftinê dan.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê Şehîd bi diruşmên “Şehîd namirin” û bi tilîliyên dayikan hat oxirkirin.
