Dewleta Tirk ji şeva derbasbûyî ve bi dijwarî gundewarên kantona Efrîn û Şehbayê, Minbic û Babê topbaran dike.
Di encama êrîşên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê de welatiyek şehîd û 7 jî birîndar bûn.
Ekîba Rojava TV berê xwe da gundê Helîsa yê ku rastî topbaranê hatibû û ziyanên êrîşê belge kirin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji duh ve bi dijwarî bajar û gundewarên kantona Efrîn û Şehbayê topbaran dikin.
Şeva derbasbûyî dewleta Tirk bi dijwarî navenda bajarê Til Rifetê yê kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir û di encamê de 4 welatî ku di nava wan de zarok jî hebûn, birîndar bûn.
Her wiha dagirkeriyê û çeteyên wê derdora bajarokê Fafîn û gundê Elewşê jî bi dijwarî topbaran kirin.
Dagirkeriyê di heman demê de duh danê nîvro jî gundê Helîsa yê heman kantonê topbaran kir û di encamê de welatiyek şehîd û 3 zarok jî birîndar bûn.
Ekîba Rojava TV berê xwe da gund û ziyanên êrîşê belge kirin.
Niştecihekî gund ji Rojava TV re behsa hovîtiya êrîşên dagirkeriyê dike.
Piştî topbarankirina gundên Efrîn û Şehbayê vê carê jî dagirkeriyê berê topên xwe da gundên Bab û Minbicê.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Babê ya Leşkerî aşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker gundên Til Torîn û Ceblet El Hemra yên li gundewarê rojhilatê bajarê Babê topbaran kirine.
Her wiha 8 gundên Minbicê yên tijî sivîl jî hatine topbarankirin.
Dewleta Tirk a dagirker di cotmeha derbasbûyî de jî bi dijwarî êrîşî binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
