WERGIRTINA GENIM LI DEPOYA TIL HECER A HESEKÊ BERDEWAM E

Rojava Tv
1 Min Read

Kompanya Pêşxistina Civaka Çandiniyê li Depoya Til Hecer a bajarê Hesekê di wergirtina genimê cotkaran de berdewam e.

Kompanyayê ji çend rojan ve dergehê xwe li pêşiya cotkaran vekiriye û li gorî Rêveberiya Depoya Til Hecer, berhema îsal baş e.

Li gorî pergala Kompanya Pêşxistina Civakê çandiniyê, cotkar destpêkê navên xwe tomar dikin, paşê kalîteya genim tê lêkolînkirin û li gorî wê nirxê berhem tê destnîşankirin.

Rêveberiya Depoya Til Hecerê ji Rojava TV re ragihand ku li gorî sala derbasbûyî, îsal berhem zêde ye û kalîteya wê jî baştir e.

Li gorî agahiyan, depoya Til Hecerê dikare nêzî 120 hezar ton berhem hilgire.

Share This Article