Weqfa Jina Azad a Kantona Reqayê bi armanca pêşxistina jinan di qadên Aborî û Civakî de, dewreyên perwerdeyê vedike.
Weqfa Jin bi rêya dewreyên perwerdeyê yên taybet hewl dide ku asoyên nû ji bo jinan veke.
Bernameya perwerdeyê gelek waran digire nav xwe, weke dirûtin, komputer û hunerên destan.
Ji 15 û 20 jinan di bin çavdêriya rahênerên pispor de, perwerdeyê dibînin.
Rêvebera projeyên Weqfa Jina Azad a Kantona Reqayê Cewahir El-Seîd tekez kir ku armanca sereke ya van destpêşxeriyan ew e ku rola jinan di civakê de xurt bikin û derfetên kar ji jinan re vekin.
