WELATIYÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ DAXWAZA DERBASKIRINA SUTEMENIYÊ NAVA HERDU TAXAN KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Ta niha welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di bin dorpêçeke dijwar a ku ji aliyê hikûmeta demkî ve hatiye ferzkirin de jiyan dikin.

Welatiyên taxê van kiryarên provokatîf şermezar kirin û daxwaz kirin ku Hikûmeta Veguhêz ji bikaranîna sivîlan wekî çek ji bo bidestxistina armancên xwe yên siyasî dûr bikeve.

Ji ber dorpêça ku hêzên Hikûmeta Veguhêz li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kirine, şert û mercên jiyanê roj bi roj xirabtir dibin.

Zivistan dest pê kir û mehek sax li dû xwe hêşt, lê ta niha welatiyên herdu taxan nikarin pêdiviya xwe ji mazotê an tiştekî ku pê rojên sar biqedînin, peyda bikin.

Welatiyan diyarkirin ku heger ev dorpêç berdewam bike wê keraseteke cidî di nava her du taxan der derkeve.

Welatiyan ji Hikûmeta Veguhêz xwestin ku pabendî soz û peymanên ku îmze kiriye be, û sivîlan wekî amûrek ji bo zexta siyasî bikar neyne.

Ji nêrîna şîrovekaran ve, kiryarên Hikûmeta Veguhêz ji yên rejîma berê ya Baasê ne cuda ne. Her çend al hatibin guhertin jî, polîtîkayên binpêkirin, talan û gendeliya zêde hîn wek xwe maye.

Share This Article