Di demên kêfxweşî, şahî û xemgîniyan de hin kesayet hene guleyan bê serûber diteqînin ku di encamê de welatî dibin qurbanî û gelek zirarên madî jî çê dibin.
derbarê mijara teqandina guleyên bê serûber de xelkên reqa axivîn û nerazîbûn nîşan dan.
Welatiyên kantona reqayê bang li her kesî kirin ku guleyên bê serûber bernedin ji ber ku kes nizane wê ew gule jiyana kê bidawî bike û wê zirarê jî bide kê.
Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya kantona Reqayê jî da zanîn ku dê kesên guleyên bê seruber diteqînin bên cezakirin û diyar kir ku li herêmê jî hemleyên hişyariya ji vê diyardeyê hatibûn lidarxistin.
Li gorî Desteya Tendirustiyê ya kantona reqayê jidema belavkirina encamnameyên xwendekarên refa niha 17 kes ji ber teqandina guleyan birîndar bûne, dinav de zarokekî ku gule di serê wî de maye û rewşa wî xirabe.
