WELATIYÊN QAMIŞLO 7 CANGORIYÊN CENGA RÛMETÊ OXIR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî 6 şehîdên êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Akademiya Asayîşê û şehîdekî Dêrazorê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin.
Beşdarên merasîmê tekez kirin ku heta dawiyê ew ê li ber xwe bidin û tola şehîdên xwe li erdê nehêlin.

Darbestên 7 cangoriyên azadiyê bi kulîlkan xemilandine û di bin alaya pîroz de, wan radestî axa ku bi xwîna wan hatiye avdan, dikin.

Ev welatiyên bajarê Qamişlo ne, bi rêûresmeke girseyî û layiqî fedekariya şehîdan, 6 nemirên êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Akademiya Asayîşê û şehîdekî Dêrazorê, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin.

Di merasîmê li ser navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Malbatên Şehîdan û Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah axaftin hatin kirin.

Axêveran diyar kirin ku dagirkeriya Tirk dixwaze vîna gel bişkîne û wan bê parastin bihêle.

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah di axaftina xwe de sekn û helwesta gel ya li dijî êrîşan silav kir û tekez kir ku ew ê armancên şehîdan bi jiyanî bikin.

Beşdarên merasîma oxirkirina parêzvanên cenga Rûmetê ji wargeha Şehîdan dengê xwe berz kirin û ji Erdoganê faşîst re gotin, ew ê ti carî nikaribe planên xwe bibe serî û ew tev fedayîyên axê ne.

Share This Article