Ji bo pêkvejiyana aştiyane û hêsakirina karên olî di nav gel de, Kombenda Al El-Beyt ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meclîseke olî li kantona Dêrazorê ava kir.
Di merasîma avakirinê de nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, Meclisa Cîbcîkar a Kantona Dêrazorê, rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û serokên eşîrên herêmê beşdar bûn.
Di vekirinê de hevserokê meclisê Mihemed El-Dexîl axaftinek kir û tekez kir ku ola îslamê ola lêborîn û biratiyê ye û divê dûrî îdyolojiya tundrewî ya ku ji aliyê hin rêxistinên terorîst ve hatiye xirabkirin ve be
Di dawiyê de mêvanan pîrozbahiyên avakirina meclisê li hev kirin.
