Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Beşar Dihêm oxir kirin.
Girseya gel cenazeyê şehîd ji pêşiya morga şehîdan wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.
Li goristanê axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên şehîdan, hêzên leşkerî û Kongra Îslama Demokratîk ve hatin kirin.
Axêveran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya wan dan.
Di dawiyê de wesîqeya şehîd radestî malbatê hate kirin û cenaze di bin dirûşmeyên şehîd namirin de, hate oxirkirin.
WELATIYÊN BAJARÊ QAMIŞLO BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎDEKÎ OXIR KIRIN
