LI ŞEHBAYÊ BI HEZARAN JIN Û MÊR LI DIJÎ TUNDIYÊ MEŞIYAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi pêşengtiya Kongra Star a Efrîn-Şehbayê îro ji bo 25’ê Mijdarê jinan meşeke girseyî lidarxistin.
Meş ji têketina bajarokê Ehdas a Şehbayê dest pê kir û heya dawiya bajarok berdewam kir.
Di meşê de siloganên “Tundiya li ser jin qirkirina civakê ye” jin jiyane, jiyanê nekujin” hatin qîrkirin.
Her di meşê de li ser navê Kongra Star axaftin hat kirin û hat diyarkirin ku, Heya ew jiyanek hevbeş di nava herdu zayendan de ava nekin wê tu carî tekoşîn û berxwedana xwe ranewestînin.
Meş dirûşma “Jin Jiyan Azadî” dawî bû.

Share This Article