Rêveberê Gerînendeya avê ya bajarê Amûdê Ibrahîm Hesen derbarê kêmbûna dayîna avê diyar kir ku kêmbûna kehrebeyê li ser bajêr, bandoreke mezin li ser anîna avê jî dike.
Her wiha ji bo çarekirina van pirsgirêkan, dê gelek projeyên xizmetê werin pêşkêşkirin.
Bi hatina demsala havînê re, kêmbûna avê li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dibe pirisgirêkeke mezin û astengiyên şêniyan zêde dikin.
Li bajarê Amûdê jî ji ber qutbûna avê ya berdewam, welatî di nava zehmetiyan de dijîn.
Derbarê vê yekê de Rêveberê Gerînendeya avê ya bajarê Amûdê Ibrahîm Hesen ji Rojava Tv re diyar kir ku ji ber kêmbûna hatina kehrebeyê li ser bajêr, bandor li sektora avê hat kirin û em neçar man ku avê hin deman qut bikin.
Ibrahîm Hesen bang li welatiyan kir ku heta ev pirsgirêk çareser bibe, pêwîst e her kes di serfkirina avê de baldar be û bi tiştên vala û bê fêde avê bernedin.
Rêveberê Gerînendeya avê ya bajarê Amûdê Ibrahîm Hesen di dawiyê de tekez kir ku dê bi hevkariya şaredariya gel ya bajêr, gelek porjeyên xizmetguzariyê ji bo şêniyan were pêk anîn.
